Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li dijî Îranê dest bi pêla duyem a êrişan kiriye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca êrişan lawazkirina şiyana Îranê ya.
http://doc.afp.com/C28V49E
CENTCOM’ê diyar kir ku hêzên Amerîkayê dest bi operasyonên pêla duyem a li dijî Îranê kiriye.
Amerîkayê pergalên parastinê yên Îranê bombebaran kirin
CENTCOMê eşkere kir ku hêzên Amerîkayê navendên fermandariyê, pergalên parastina asmanî, ên Îranê kirine hedef.
Fermandariyê behsa operasyoneke din a vê sibehê jî kir.
Hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê di pêleke êrişan pergalên parastina qeraxan û çeperên mûşekan bombebaran kirine.
CENTCOM di rojên dawî de li ser hev operasyonan dibe ser binesaziya leşkerî ya Îranê.
Washington dibêje armanca van êrişan kêmkirina gefên li ser trafîka deryayî ya navneteweyî ya li Tengava Hurmizê ye.
Şêwirmendê Xamineyî: Ti hêz nikare Tengava Hurmizê ji Îranê bistîne
Elî Ekber Wîlayetiyê Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî jî got:
“Tengava Hurmizê ya Îranê ye û ti hêza cîhanê nikare wê ji serweriya Îranê bistîne.
Tengava Hurmizê ya Îranê ye û ti hêza li cîhanê nikare Tengava Hurmizê ji serweriya Îranê bistîne.”
Washington jî dibêje armanca van êrişan kêmkirina gefên li ser trafîka deryayî ya navneteweyî ya li Tengava Hurmizê ye.



