Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di rapora xwe ya çavdêriyê de, bidawîbûna şer wekî xalek dîrokî binav kir û got:
Bêdengiya çekan ji bo aştiyê têrê nake.
Ji bo aştiya mayînde gavên demokratîk pêwistin.
ÎHD’ê “Rapora Çavdêriya Pêvajoya Aştiyê ya PKK’ê” ya xwe ku ji 1’ê Cotmeha 2024’an heta 1’ê Tîrmeha 2026’an vedihewîne, bi raya giştî re parve kir.
Her çiqas komeleyê rawestandina şer wekî pêşketinek dîrokî li ser rêya aştiyê bi nav kir jî, teqez kir ku ev bi tena serê xwe ji bo aştiyek mayînde têrê nake.
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo pêvajo pêş bikeve, divê qanûnek çarçoveyek berfireh di parlamentoya Tirkiyê de were pejirandin.
Her wiha reformên demokratîkbûnê werin bilezkirin, azadiya ramanê were misogerkirin û di derbarê demokrasiya herêmî de gav werin avêtin.
Di raporê de rola Rêber Abdullah Ocalan di pêvajoya bêçekkirinê de bi girîngî hate destnîşankirin.
ÎHD’ê daxuyaniya xwe bi vê peyamê bidawî kir:
Bêdengkirina çekan weke derfetek girîng hate nirxandin.
Ji bo ku ev derfet veguhere aştiyek mayînde, ew bi avêtina gavên ku dê hiqûq, demokrasî û lihevhatina civakî xurt bikin ve girêdayî ye.”



