Piştî mazot gelekî biha bû û xwediyên jeneratoran nema dikarî mazotê peyda bikin û jenaratorên xwe sekinandin.
Niha xelkê Hesekê berê xwe didin enerjiya rojê û elektrîka xwe jê digirin.
Mihemed El Xelef anî ziman ku piştî mazot biha bû pirsgirêka elektrîkê mezintir bû û niha şênî ji bo pirsgirêka elektrîkê çareser bikin pergalên enerjiya rojê datînin.
El Xelef da zanîn ku hemû malbat nikarin pergalên enerjiya rojê ji xwe re bikirin, ji ber ku biha ne û got:
Jeneratorên elektrîkê ji ber ku mazot biha ye, nema didin bikaranîn.
Dema ku elektrîk qut dibe, gelekî bandorê li jiyana me dike.
Bi taybet di havînê de em gelekî zehmetê dibînin.
Koçberê Serêkaniyê Ezîz El Îd got:
Koçber nikarin enerjiya elektrîkê bikirin.
Em bi zorê dikarin debara jiyana xwe bikin û germahiya havînê di bin konan de tehemul dikin.



