Serokê Ofîsa Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Salih El Zewbaa behsa perlamentoya Sûriyê kir.
El Zewbaa got, meclisa Sûriyeyê ne demokratîk hate avakirin, divê meclisa gel nûnertiya pirrengiya Sûriyeyê bike.
Salih El Zewbaa diyar kir ku meclisa gel hêz û rewabûna xwe ji mekanîzmeya pê hatiye hilbijartin û çi qasî nûnertiya civakê dike, digire û wiha anî ziman:
Meclisa Gel a Sûriyeyê ne bi rêbazên demokratîk hat hilbijartin.
Endamên wê bi rêya komîteyên serokkomar çêkiribûn hatin tayînkirin.
El Zewbaa rêbaza Ehmed El Şera ya hilbijartina endamên meclisa gel nirxand û got:
Gelekî balkêş û xerîb e ku serokê hikumeta demkî 70 endamên meclisê tayîn bike.
Ev ne gaveke demokratîk e û nûnertiya gel nake.
Tişta em dizanin divê hilbijartin bi rêya sindoqan û demokratîk çêbin.
Têkildarî nûnerên Kurd ên di Meclisa Gel a Sûriyeyê de El Zewbaa got:
Gelekî kêm in, bi taybet li herêma Cizîrê kêm in.
Kesayetên Kurd ên xistine Meclisa Gel nûnertiya gelê Kurd nakin.
Di avakirina Meclisa Gel de gelek kêmasî hebûn.
Lê divê meclis hikumetê kontrol bike û biryarnameyên xizmeta gel bikin, derxe.



