Endezyarê çandiniyê Mihemed El Deham têkildarî parastina xak û jîngehê axivî û got:
Piştî çinînê nabe ku zevî werin şewitandin, ji ber ku bandoreke neyînî li axê û jîngehê dike.
El Deham diyar kir ku şewitandina bermahiyên çinînê hemû zîndewarên ku madeyan dikin gubre û fêdeyê didin nebatan dişewtîne.
Bermahiyên çinînê bi demê re dikare ji bo xakê bibe gubre û fêdeyê lê bike.
Ew bermahî ava baranê kom dikin û erdê şil dihêlin. Ev ji bo zeviyan gelekî baş e.
Cotkar neçar namînin ku gubreya kîmyewî zêde bi kar bînin.
El Deham diyar kir ku şewat bandorek neyinî li ser jîngeh, tenduristiyê û nexweşên astim û nefesê jî dike.
Îsal giya zêde heye û dibe ku şewat ji kontrolê derkevin û dîrekên elektrîkê, malên xelkê û gundan bişewitînin.”
Di dawiyê de El Deham bang li cotkaran kir ku fêdeyê ji bermahiyên çinînê wergirin.



