Li bajarê Dêra Zorê keştîyek li pirek leşkerî qelibî.
Di encamê de heya niha 2 zarok mirine û hin kes winda ne.
Dezgeha Parastina Sivîl a Sûriyeyê derbarê vê de agahî dan.
Li gor dezgehê berbanga îro keştîyek 35 sivîl tê de bûn li Pira Herbî ya li bajarê Dêra Zorê qelibî.
Wê keştîyê dixwest çemê Firatê derbas bike.
Dezgehê diyar kir ku hemû kesên di keştiyê de ketin nava çem.
Wekî encamên destpêkê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Dezgehê her wiha da zanîn ku tîmên wan heta niha 15 sivîl ji çem derxistine.
Bi hevkariya xelkê lêgerîna sivîlên din ên winda didomin.



