Fermandariya HPJ’ê şehîd Ararat, Stêra, Tara, Arîn û Tolhildan bi bîr anî.
HPJ’ê got, em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin.
Fermandariya Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ), di salvegera duyemîn a şehadeta Ararat Bawer, Stêra Sîser, Tara Hewram, Arîn Qoser û Tolhildan Nûman de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPJ’ê got,
Di şexsê şehîd Ararat Bawer, Stêra Sîser, Tara Hewram, Arîn Qoser û Tolhildan Nûman de, em hemû şehîdên şoreşê û têkoşîna aştî û civaka demokratîk bi rêz bi bîr tînin.
Em soz didin ku li ser rêya şehîdan têkoşînê bidomînin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixebitin.
Şehîdên me temînata jiyana azad in. Wan ji bo hebûn û azadiya gelê me bi fedakariyeke mezin têkoşîn kir û heta dawiyê li ber xwe dan.
Her 5 hevrêyên me di jiyana xwe de bûne nimûneya jiyana azad.
Bi bawerî û têkoşîna xwe, di felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de pêşeng bûn.
Di dawiyê de HPJ’ê dibêje, em ê xwedî li armanc û xeyalên şehîdên xwe derkevin û bi rêzdarî hemû şehîdên rêya azadiyê bi bîr tînin.



