Şaredariya Qamişloyê geraceke nû ji bo erebeyên çûnûhatinê ango servîsan, çêdike.
Vê gavê şaredariyê dest bi projeyê kiriye û dê li ser hîzama bakurê bajarê Qamişloyê ava bike.
Şaredariya Qamişloyê dest bi çêkirina geraceke nû bo servîsan kir.
Ev gerac li hîzama bakurê bajar e, di navbera çerxerêya şehîdan a li taxa Enteriyê û duryanka mehta kevin, berî nexweşxaneya Korona ye.
Li gor hat zanîn rûber wê 10 hezar û 40 M2 ye.
3 derbasgehên vê projeyê hene.
Yek ji bo derbasbûna serveîsan, yek ji bo derketina û yek jî ji bo welatiyan e.
Şaredariyê diyar kir ku armanca çêkirina vê geracê bidawîanîna qerbalix û trafîkê ye, nexasim ku geraca berê di hindirê deverê pîşesaziyê de bû.



