Gaveke dîplomatîk a nû di pêvajoya agirbestê ya di navbera Libnan û Îsraîlê de tê avêtin.
Hikûmeta Beyrûtê ragihand ku şandeyeke leşkerî ya Amerîkî wê bigihîje welêt da ku çavdêriya vekişîna Îsraîlê ji hin deverên başûr bike.
Li gorî daxuyaniyê, şande dê çavdêriya çawaniya pêkanîna vekişîna Îsraîlê ji “herêmên pîlot” ên li başûrê welêt li ser erdê bike.
Li Romayê danûstnandinên nû: Libnan dixwaze Îsraîl vekişe
Hikûmeta Libnanê berî danûstandinên nû yên ku ji bo 15 û 16’ê Tîrmehê li Romayê hatine plankirin, daxwaza vekişîna Îsraîlê ji van deveran dike.
Peymana çarçoveyî ya ku di 26’ê Hezîranê de hatî îmzekirin, bêçekkirina Hizbullahê û vekişîna gav bi gav a hêzên Îsraîlê pêşbînî dike.
Peyman her wiha planên ku artêşa Libnanê li deverên valakirî werin bicihkirin jî dihewîne.
Libnan ji DYA dixwaze ji bo vekişîna Îsraîlê zextê lê bike
Lêbelê, Hizbullah li dijî peymanê ye.
Di heman demê de Îsraîl dibêje heta çek di destê Hizbullahê de hebe ew ê li herêmê bimîne.
KATZ: JI BO EM LI LIBNANÊ BIMÎNIN PÊWÎSTIYA ME BI DESTÛRÊ NÎNE
Li aliyê din, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, di daxuyaniya xwe de got;
“Ji bo em bikevin Libnanê me destûr ji kesî nexwestiye û ji bo em li wir bimînin jî pêwîstiya me bi destûrê nîn e.”
Serokomarê Libnanê Joseph Aoun jî bang li Washingtonê kir ku zextê li ser Îsraîlê zêde bike û daxwaza rawestandina operasyonên leşkerî û bicîhanîna bendên peymanê kir.
Di vê navberê de, tê payîn ku Aoun di dawiya mehê de li ser vexwendina Serokê DYA Donald Trump serdana Washingtonê bike.



