DYA’ê yê ji ber zêdebûna rageşiyê bang li welatiyên xwe kir ku neçin 15 welatên Rojhilata Navîn.
Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ji ber zêdebûna rageşiyê û gengaziya rûdanek pirsgirêkên ji nişka ve yên ewlehiyê hişyarî da welatiyên xwe, ku neçin 15 welatên Rojhilata Navîn.
Wezaretê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Lubnan, Iraq, Suriye, Îran û Yemenê û hin welatên din Rojhilata Navîn.
Her wiha xwest ku serdanên xwe yên li welatên din wekî Behreyn û Erebistana Siûdî jî li ber çavan bigirin.
Di heman demê de Balyozxaneyên Amerîkayê ji welatiyên xwe xwest ku, nûçeyên herêmî bişopînin,
Rewşa seferên hewayî kontrol bikin û ji bo gengazbûna astengiyên rêwîtiyê an jî girtina ji nişka ve ya qada asmanî, amade bin.
https://hawarnews.com/kr/dyaye-hisyari-da-welatiyen-xwe-ku-necin-15-welaten-rojhilata-navin



