Rejîma Îranê ya ji Amerîka û Îsraîlê derban dixwe, êrişî Herêma Kurdistanê dike.
Herêmên Hewlêr û Silêmanî bûn armanca êrişan.
Srokomarê Iraqê jî bertek nîşanî vê yekê da û got:
Ev êriş nayên qebûlkirin.
Li gor agahiyan, Çiyayê Benî Herîr çar caran bi mûşekan hate bombebarankirin.
Li deverê şewatek berfireh derket, lê heta niha têkildarî ziyanên canî agahiyeke fermî nehatiye belavkirin.
Her wiha Dola Alanê, ku kampa partiyên Rojhilatê Kurdistanê lê ye, bi dronan hate armanckirin.
Ev herêmên navbûrî bi ser navçeya Xelîfan a girêdayî Hewlêrê ne.
Di heman demê de Taslûce ya Silêmaniyê jî du caran bi dron û mûşekan hate armanckirin.
Berpirsê Beşa Lezgîn a Silêmaniyê ragihand ku di encama êrîşan de çend kes birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Piştî van êrîşan, geştên asîmanî li Balafirgeha Hewlêrê û Silêmaniyê ji bo demek nediyar hatin rawestandin.
Serokomarê Iraqê: Êrîşên li ser herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin
Serokomarê Iraqê Nizar Amêdî jî êrîşan şermezar kir û got;
Hedefgirtina Hewlêr û Silêmaniyê binpêkirina serweriya Iraqê ye û nayê qebûlkirin.
Wî her wiha bal kişand ku Iraq naxwaze bibe qada şerê herêmî.
Di van êrişên rojên dawiyê de 9 pêşmergehên ji Komeleya Zehmetkêşan şehîd bûn.



