Ewropa vê havînê hin ji rojên herî germ ên dîroka xwe dijî.
Germahiya zêde ya ku bandor li Almanya dike, bûye sedema ku heta niha bêtirî 5 hezar kes mirin e.
Li gorî rapora herî dawî ya ku ji hêla Enstîtuya Robert Koch ve hatî weşandin, di navbera hefteyên 15 û 26’ê Hezîrana 2026’an de ji ber germahiyê bi qasî 5,120 kes mirin.
Piraniya kesên ku mirine yên temenê xwe mezin bûn.
Li gorî daneyan, 2 hezar û 950 ji kesên ku mirin 85 salî û mezintir bûn.
Hezar û 320 kes di koma temenê 75-84 salî de bûn.
Her wiha yên din jî kesên navbera temenê 65-74 salî de bûn.
Raport dibêje ku pêla germahiyê ya di navbera 22-28’ê Hezîranê de bû sedema zêdebûnek berbiçav a mirinan.
Tenê di nava yek hefteyê de, nêzîkî 4 hezar û 310 kes ji ber germahiya zêde mirin.
Di heman demê de, di 28’ê Hezîranê de li eyaleta Brandenburg, germahiyek nû ya herî bilind a 41.7 pileya Celsius hate tomar kirin.



