Piştî hilweşîna rejîma Baas’ê yekem car berpirseke bilpilend ê Iraqê tê Şamê.
Îro, Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Hisên serdana Şamê kir û li gel Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ehmed El-Şeri civiya.
Li gor daxuyaniya serokatiya hikûmeta demkî heru daliyan behsa pêwendiyên dualî û awayê pêşxistina wan kir.
Her wekî rewşa herêmî û navneteweyî û xurtkirina asta hemahengî û şêwirdariyê di navbera herdu welatan de gotûbêj kirin.
Berî wê jî Wezareta Derve ya Iraqê ku Fûad Hisên bi vexwendineke fermî ya Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî Esed Şêbanî serdana Şamê kiriye.
Li gor wê daxuyaniyê, armanca serdanê pêşxistina hevkariya hevbeş di warê siyasî, ewlehî, aborî û bazirganiyê de ye.



