Li Iraqê, pêla girtina berpirs û siyasetmedarên gendel dest pê kiriye.
Hat ragihandin ku Dezgeha Dijterorê ya Iraqê bi ser malên berpirs û siyasmetdarên Iraqê yên li Herêma Kesek de girtine û hejmarek ji wan girtine.
Reutersê eşkere kir ku fermana operasyona li dijî gendeliyê ji hêla Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî hatiye dayîn.
Li gor wê, di saetê sibehê roja yekşemê de, vê operasyonê li Herêma Kesek dest pê kir û di encamê de hejmareke berpirsên Iraqê bi tawana gendeliyê girtin.
Derheqê vê yekê, Desteya Detpakiya Federal ragihand ku wan dest bi pêkanîna fermanên girtina kesên destdirêjî li malên giştî kirine, kir.
Her wekî da zanîn ku ev rêkar di encama hemahengiya di navbera desthilata dozgerî, cîbicîkar û qanûnsaz de pêk hatiye.
Di heman daxuyaniyê de got ku wan dest bi rêkarên xwe yên hişk kiriye û li gor qanûnê pêk tînin.



