Li bajarên Cizîrê û Kobanê ezmûnên refa 12`an a xwendekarên serbest a materyalên Rêveberiya Xweser û ezmûnên refa 12`an a materyalên hikumetê bi dawî bûn.
Li bajarên Cizîrê û Kobanê Bernameyên ezmûnên refa 12’an a materyalên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û yên materyalên rejîma Bass`ê ya berê ku niha ji hêla hikumeta demkî ve tê çavdêrîkirin, bi dawî bû. Bernameyên ezmûnan bi giştî ji 4 û 6`ê Hezîranê dest pê kir.
Ezmûnên materyalên Rêveberiya Xweser yên 9 û 12`an tenê yên xwendekarên serbest bû, Yên materyalên rejîma berê ya Bass’ê yên refên 9 û 12`an giştî û serbest bûn.
2 hezar û 860 xwendekarên refa 12`an ên materyalên Rêveberiya Xweser li 11 navendên li bajarên Qamişlo, Hesekê û Dêrikê ezmûnên xwe pêşkêş kirin.
Li gorî Nivîsgeha Ragihandinê ya Mûdîriyeta Perwerdeyê li Parêzgeha Hesekê hejmara xwendekarên ku Ezmûnên refa 9`an ê materyalên rejîma berê ya Bass`ê 14 hezar û 425 xwendekar in. Hejmara xwendekarên refa 12`an jî 12 hezar û 412 xwendekar in. Bernameya refa 9`an 24`ê Hezîranê bi dawî bû.
Duh (27 Hezîranê) ezmûnên refa 9`an a materyalên Rêveberiya Xweser ku di 6`ê Hezîranê dest pê kiribû, bi dawî bû. Derdora hezar û 700 xwendekar beşdarî ezmûnên refa 9`an bûn.
Hîn jî 18 xwendekarên qonaxa Navîn a Şerîetê (ol) ezmûnên xwe pêşkêş dikin, ezmûnên wan 2`ê Tîrmehê bi dawî dibin.



