Israîlê peymake xurt da Tirkiyê..
Bi fermî jensodîa li dijî Ermenan ku Osmaniyan pêk aniye, nas kir.
Hikûmeta Israîlê bi rengekî fermî komkujî û jensoîda ku bi destê Osmaniya hatiye serê Ermenan nas kir.
Wezareta Derve ya Israîlê ragihand ku ev biryareke dîrokî ye. Hikûmeta Israîlê bi giştî pêşnûmeya Wezîrê Derve Gideon Saiar erê kir û jenosîd nas kir.
Li gor daxuyaniyê, pêdiviya biryarê bi erêkirina Parlamentoya Israîlê heye da ku têkeve piratîkê.
Wezîrê Derve yê Israîlê jî got ku Ev pêşnume li ser bingeha erka exlaqî û dîrokî hat kirin.
Wekî tê zanîn di sala 1915’an de, Osmaniya komkujiyeke mezin anî serê Ermanan û di encamê de bêtirî milyon û nîvek mirov hatin kuştin.
Tevî Israîlê hejmara welatên ku jenosîda Eremana nas kirine dibe 33..
Çavdêr dibînin ku ev biryara Israîlê, aloziya di navbera Tirkiyê û Israîlê gûr dike û dibe encamên wê yên neyînî di navbera herdu welatan de derkevin.



