Piştî peymana DYA-Îranê jî alî hem leşkerî hem jî devkî êrîşên beramber didomînin.
Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êrîşî Îranê kir, Îranê jî li Bahrên û Kuweytê da.
Gefxwarinên beramber ên herdu aliyan didome.
Du roj in êrîşên DYA li dijî Îranê didomin. Li ser vê Bahrên û Kuweytê ragihand ku Îranê bi fûze û dronan êrîşa wan kiriye.
Supay Pasaran a Îranê jî êrîş piştrast kir û got wan li beramberî “pênc nuqteyên li peravên Îranê” li Bahrên û Kuweytê li du baregehên Amerîkî dane.
Beriya êrîşê bi çend saetan Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû, wan wekî bersiva binpêkirina agirbestê li depoyên fûze û dronan û nuqteyên radarê yên li peravê yên Îranê dan.
Her wiha hişyarî dabû ku pêwîst bike ew ê “karên xwe bi rêbazên eskerî bi dawî bikin” û gotibû: “Di rewşeke wisa de dê tiştekî bi navê Komara Îslamî ya Îranê nemîne.”
Wezareta Karên Derve ya Îranê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku li dijî êrîşên DYA ew bi biryar in serweriya neteweyî ya Îranê biparêzin.”
Êrîşên di navbera DYA û Îranê de du roj in didomin.
Piştî ku Îranê li Tengava Hurmuzê di 25’ê Hezîranê de êrîşî keştiyeke barhilgir kiribû ji aliyê Amerîkayê ve sûcdarkirinên devkî û êrîşên eskerî dest pê kiribûn.
DYA û Îranê di 17’ê Hezîranê de bi peymaneke 14 xalî li hev kiribûn ku dawî li şer bînin.



