Şandeke jinan a Rojavayê Kurdistanê ji bo xurtkirina têkiliyan serdana Başûrê Kurdistanê kir. Şande bi wezaret û meclisên civakî û jinan re civiya. Li gorî agahiyên ku me ji şandeyê wergirtine, dê hefteyekê serdanên wan ji bo dezgehên jinan û zarokan bidomin.
ndeya ku ji seroka Desteya Jinan a Cizîrê Rohat Xelîl û hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediya Mihemed Ebdulah pêk tê, îro (29 Hezîran) serdana Wezareta Kar û Barên Civakî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê û Meclisa Bilind a Jinan û Pêşveçûnê ya Başûrê Kurdistanê kir.
Şande di her du serdanên xwe de ji hêla wezîra kar û barên civakî Kwêstan Mihemed Ebdulah û wekîla wê Zekiya Seyid, sekretera giştî ya Meclisa Bilind a Jinan û Pêşveçûnê ya Başûrê Kurdistanê Xanzad Ehmed ve hate pêşwazîkirin.
Di serdanan de rewşa heyî ya herêmên Rojava hate vegotin, ji bo şîrovekirina xebatên her aliyekî, piştgirî û avakirina têkiliyan, nîqaş hatin kirin. Dezgehên ku serdana wan hatiyee kirin helwesta xwe ya piştgiriyê nîşan da.
Şande duh gihaşte Başûrê Kurdistanê, li gorî agahiyên ku me ji şandeyê wergirtine, ew ê heta roja pêncşemê (2 Hezîran) bimînin û dê şande serdana sazî û dezgehên jin û zarokan bike.



