Meclisa Jin a PYD’ê li Qamişlo û Kongra Star a Kobanê êrişên li dijî Kurdên li bajarokên Tel Eran û Tel Haselê bi daxuyaniyan şermezar kirin.
Aliyan dan zanîn ku bûyerên bi vî rengî yên li dijî xelkê û bi taybe jinan nayên qebûlkirin û dê bibin sedem ku bawerî lewaz bibe.
Meclisa Jin a PYD’ê li Qamişlo ji bo êrişên li dijî Tel Eran û Tel Haselê daxuyaniyek çapemeniyê da.
Meclisê êriş şermezar kir û diyar kir ku bûyerên bi vî rengî yên li dijî xelkê û bi taybe jinan nayên qebûlkirin.
Her wiha Meclisa Jin a PYD’ê da zanîn ku mîna van êrişan dê baweriyê lewaz bike û perçebûnê çêke.
Meclisê êrişa li dijî jina Kurd bi bîr xist û da zanîn ku Sûriyeke demokratîk tenê bi misogerkirina mafê jinê pêk bê.
Meclisa Jin a PYD’ê bang li saziyên mafên jinan kir ku li hember van kiriyarên li dijî jinê bi erkê xwe rabin.
Endamên meclisê yên ku tevli daxuyaniyê bûn derbarê mijarê de ji televizyona mere axivîn û êriş şermezar kirin.
Kongra Star a Kobanê jî derbarê heman mijarê de daxuyanî da û êrişî bi tundî şermezar kir.
Her wiha anî ziman ku li şûna li wir aramî û ewlehî serwer bibe berevajî mafê miraovan tê binpêkirin.
Kongra Star teqez kir ku ew ê tu carê êrişên li dijî jinên Kurd, Ereb, Suryan, Elewî û hwd qebûl nekin.



