Fermandariya YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnemeya şervan Xemlîn Dilbirîn eşkere kir.
YPJ’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şervana wan Xemlîn li bendava Tişrînê de di qezayek leşkerî de şehîd bû.
YPJ’ê anî ziman ku Xemlîn ne tenê şervaneke azadiyê bû; ew di heman demê de sembola rûmet û berxwedanê bû.
Her wiha da zanîn ku şehîd Xemlîn, her kêliya jiyana xwe li ser bingeha pîvanên îdeolojîk û bi milîtaniyeke fedaî bi rê xist.
YPJ’ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Ferîde Wilo bi nasnav Xemlîn Dilbirîn, li Efrînê ji dayik bûye, 14’ê Adara 2023’an li bendava Tişrînê şehîd bû.



