DEM Partiyê amedekariyên 5’emîn Kongreya Mezin a Awarte ya ku di Îlonê de were lidarxistin dest pê kir.
Partiyê ragihand ku kongre dê bibe destpêka pêvajoyeke nû ya guherîn û veguherînê.
DEM Partiyê têkildarî 5’emîn Kongreya Mezin a Awarte ya ku wê 20’ê Îlonê were lidarxistin giştînameyek belav kir.
DEM Partiyê ragihand ku amedekariyên kongreyê û serdema nû dest pê kirine.
Li gorî giştînameyê, partiyê kongre wek kongreya guherîn û veguherînê dinirxîne.
DEM Partî ji bo kongreya 5. Xwe amade dike
Tê gotin ku di çarçoveya nêrîna Komara Demokratîk û Rêya Sêyemîn de mekanîzmayên rêxistinê dê bêne bihêzkirin û ji bo pêvajoya nû xebatên berfireh tên meşandin.
Di belgeyê de hat diyarkirin ku biryara amadekariyên kongreyê di civîna hevbeş a Kongreya Demokratîk a Gelan û DEM Partiyê de hate girtin.
Li gorî plana hatî eşkerekirin, di navbera 20 û 30’ê Tîrmehê de li heft herêman konferansên herêmî dê bên lidarxistin.
Her wiha, di navbera 20 û 21’ê Tebaxê de Konferansa Mezin a Jinan, û di 22 û 23’ê Tebaxê de Kongreya Mezin a Navendî dê bê lidarxistin.
DEM Partiyê diyar kir ku piştî van qonaxan, 5’emîn Kongreya Mezin dê nexşeya rê ya serdema nû bi îradeya guherîn û veguherînê diyar bike.



