Di dema ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê dikeve bêhnvedana havînê, rexneyên li ser neçalakbûna wê zêde dibin.
Yekgirtûya Îslamî jî banga aktîvkirina parlamentoyê kir û got;
Divê ew bibe saziyek bihêz ji bo xizmetkirina welatiyan.
Di dema ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji îro ve dikeve bêhnvedana havînê, rexneyên li ser neçalakbûna wê dewam in.
Fraksiyona yekgirtûya Îslamî: Divê parlamento erka xwe pêk bîne
Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî di daxuyaniyekê de banga bilezkirina xebatên ji bo aktîvkirina parlamentoyê kir.
Serokê fraksiyonê, Mistefa Ebdullah got,
Divê parlamento bibe saziyek bihêz ku karê çavdêrî û qanûndanînê pêk bîne.
Wî her wiha desthilat bi xemsariya li hember pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û jiyana welatiyan tawanbar kir.
Ev daxwaz di demekê de tê ku parlamentoya herêmê, ku piştî hilbijartinên Cotmeha 2024’an tenê yek daniştina sondxwarinê li dar xistiye hat.
Heta niha tu civîn an çalakiyeke qanûnî pêk neaniye.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, parlamenteran di van nêzîkî 20 mehan de mûçeyên xwe wergirtine, lê parlamento ne qanûnek pejirandiye, ne jî çavdêriya karên hikûmetê kiriye û ne jî pirsgirêkên welatiyan xistiye ser rojevê.
Neçalakbûna parlamentoyê û derengketina avakirina hikûmeta nû hîn jî di nav mijarên herî zêde yên ku li Herêma Kurdistanê têne nîqaşkirin de cih digire.



