Berî demekê, Cîgirê Parêzgerê Hesekê û Berdevkê Tîma Serokatiyê ya hikûmeta demkî Ehmed Hîlalî gotibû ku dê 1’ê tîrmehê ava stasyona Elokê bighêje Hesekê.
Lê vaye îro 1’ê mehê ye û av hîna nehatiye Hesekê.
Berî demekê Hîlalî gotibû ku xebat di stasyonê de tên kirin û dê 1 tîrmehê bi fermî av were berdan û bighêje Hesekê.
Lê belê, heta niha jî av negihaştiye.
Stasyona Elokê ji sala 2019’an ve ji kar sekinî ye û bêtirî milyonek mirov ji hingî ve bê av in û bi rêya sarîcan ava xwe peyda dikin.



