Ciwanên Nîştimanperwerên Kurdistanê li bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê 2 cerdevan cezakirine.
Her wiha ji du cerdevan jî bi giranî birîndar kirine.
Ev cerdevanên hatine cezakirin, destê wan di şehîdkirina gerîla, pêşmerge û gel de hebûn.
Li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên tolhildanê tirsek mezin xistiye nava cerdevanan.
Li bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê 2 cerdevan hatin cezakirin.
Ciwanên Nîştimanperwerên Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan li dijî cerdevanan çalakiyek tolhildanê lidarxistine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, çalakî 29’ê Hezîranê pêk hatiye.
Cerdevanên bi navên Xalid Niya û Burhan Kirîsanî hatin cezakirin û du cerdevanên din jî bi giranî birîndar bûne.
Ev kom bi domdarî li dijî gel, gerîla û pêşmergeyan kar dikirin û destê wan di gelek bûyeran de hebûn.
Destê vê komê di şehîdxistina gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê yên bi navên Şehîd Numan, Munzur û Argeş de hebûn.
2018’an her sê gerîla ji aliyê vê komê ve li navçeya Pawe hatibûn şehîdkirin.
“Hinek alî çalakiyên me li xwe digrin, bila gelê me bi van neyên xapandin”
Ciwanên Nîştimanperwer yên Kurdistanê dazanîn ku ev carakî di çarçoveya tolhildana gel û şehîdxistina gerîlayan pêk hatiye.
Piştî bûyerê komeke binavê ‘Xorî Hîwa’ jî çalakî li xwe girt.
Ciwanan Nîştîmanperwer ji bo vê yekê jî hişyarî da û wiha got:
Hinek aliyên ku ti peywendiya wan bi vê bûyerê ve nebûn, çalakiya me li xwe girtine.
Bi vî rengî jî gel û raya giştî dixapînin. Em wan aliyan hişyar dikin ku dest ji van karan berdin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 2’ê Hezîranê de jî Ciwanên Nîştîmanperwer çalakiyek bi heman rêbazî pêk anîbû û cerdevanê bi navê Mihemed Îbrahîmî li Kamyaranê hatibû cezakirin.
Hemwextî vê yekê ji Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê jî daxuyaniyek hat.
Berdevkê PJAK’ê Rêwar Awdanan got;
Ji şerê û êrişên heyî Supay Pasdarên Îran û cerdevanên wê berpirsyarin.
Li dijî êrişên li ser gelê kurd YRK û hêzên xwecihî di bersivdayînê de mafdarin.



