Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) der barê du teqînên li Şamê de daxuyaniyek nivîsekî weşand.
MSD’ê teqîn şermezarkirin û bi “Kiryareke terorî ya li dijî ewlehiya welatiyan û aramiya welat” bi nav kir.
MSD’ê diyar kir ku ev kiryar hewldanek ji bo têkbirina xebatên sepandina ewlehî û aştiyê li Sûriyeyê ye.
Her wekî bal kişand ser dema teqînan ku hemwextî serdana Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron rû dan û destnîşan kir ku,
Ev bûyer fikarên cidî li ser hewldanên êrişkaran ên têkbirina atmosfera vekirîbûna siyasî û dîplomatîk derdixe holê.
MSD’ê anî ziman ku Hedefgirtina ewlehî û istiqrarê, hewldanên bêbandorkirina serdanên diplomatîk ên xizmeta hêzên ku hewl didin welat di nava tundî û kaosê de bimîne dike.
MSD’ê di dawiyê de banga lêkolîneke berfireh û zelal û hesapirsîna ji berpirsên teqînan kir.


