Nobeta ji Rêber Apo re Azadî” ku her roja Çarşemê li pêşiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê dewam dike, çaleki gihîşt meha 66’an.
Çalakî ji bo bîranîna berxwedêrn 14’ê Tîrmehê û pîr ê çiyayan Fermandar Alî Haydar Kaytan bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
Piştre li ser navê çalekiyê Ezîz Aslan daxuyaniya da.
Aslan diyar kir ku armanca bingehîn a çalakiya ku 5 sal in bê navber berdewam dike, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.
Û pêwiste “mafê hêviyê” bê pêkanîn û rê li ber vebe ku Rêber Apo di şert û mercên azad de tevkariyê li çareseriya demokratîk bike.
Çalekvanan bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sazî û rêxistinên din ên navneteweyî kirin
Kû berpirsyariyên xwe yên zagonî û siyasî yên li ser Tirkiyeyê bi cih bînin.
Di heman demê de daxwaza statuya Kurdan hat kirin û gotin bê statubûn êdî nayê pejirandin û divê mafên demokratîk ên gelê Kurd were mîsogerkirin.
Çalekvanan, fermiyeta ku di 11’ê Tîrmeha 2025’an de li Silêmaniyê pêk hat de, dan diyarkirin kû ev nîşaneyeke zelal a îradeya ji bo aştiyê ye.
Ev gav ne teslîmîyet, nîşankirina îradeya çareseriya demokratîk e û divê dewlet jî li gorî vê îradeyê gavên zagonî û siyasî biavêje.



