Îro salvegera 14’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye.
Ev şoreş bi fedakariya şehîdan, berxwedana gaziyan û destketiyên gelê Rojava hat avakirin.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed serdaneke taybet li gaziyên şer kirin.
Dîmenê wê serdanê jî niha hûnê yekem car li ser ekranê Ronahî Tv bibînin.
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed, di salvegera 14’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de serdana gaziyên şer kirin.
Serdan bi keyfxweşî û germî hate pêşwazîkirin.
Ebdî û Îlham Ehmed li gel gaziyan rûniştin, bîranînên rojên destpêka şoreşê bîr anîn.
Li ser fedakariyên şehîdan, berxwedana gaziyan û destketiyên ku di van 14 salan de hatine bidestxistin axivîn.
Her wiha li ser nirx û destketiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê axivîn.
Di civînê de hate diyarkirin ku gaziyên şer bi fedakariyên xwe di pêkanîna destketiyên şoreşê de roleke pêşeng lîstine.
Berxwedana wan bûye yek ji bingehên parastina Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.



