Leşkerên rejîma Îranê kolberekî ciwan ê Kurd ê serdeştê gulebaranê qetilkir.
Li gorî çavkaniya Kolbernewsê Rejîma Îranê kolberê kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê kuşt.
Kolbernewsê raporek amade kir û got;
Kolberê Kurd ê bi navê Zanyar (27) ku ji navçeya Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê ye, di encama gulebarana rasterast a leşkerên rejîma Îranê ve, li bilindiyên sînorê Tete yê Hewraman hate kuştin.
Çavkaniyê da zanîn ku leşkerên rejîma îranê bêyî agahdarkirina pêşwext, kolber gulebaran kir, guleyek li wî ket û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Rejîma Îranê di sala 2025’an de 53 Kolberên Kurd qetil kir
Kolber Newsê eşkere kir ku di sala 2025an de li Rojhilatê Kurdistanê 70 kolber di encama êrişên hêzên rejîma Îranê û bûyerên xwezayî de jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku 53 bûyer ji vana di encama gulebarana rasterast a hêzên rejîma Îranê de rû dane.



