Îsraîl û Libnan li Romayê careke din li ser rewşa başûrê Libnanê civiyan.
Alî di mijara vekişîna hêzên Îsraîl û li cihê wan bicihbûna hêzên Libnanê de nêzî hev bûne.
Îsraîl û Libnan li Romayê tora şeşemîn a danûstandinên bi navbeynkariya DYA pêk anîn.
Li gorî çavkaniyan, alîyan di mekanîzmayekê de pêşketin tomarkirin.
Li gorî wê, hêzên Îsraîlê wê ji du herêmên ceribandinê li başûrê Libnanê vekişin û artêşa Libnanê wê li wan cihan bicî bibe.
Di civînan de her wiha li ser rêbaza vekişînê, bicihbûna hêzên fermî yên Libnanê, çekdarkirina Hizbullah û piştrastkirina kontrola dewletê li ser van herêman hate axaftin.
Ev danûstandin li ser bingeha çarçoveya lihevhatinê ya ku di 26’ê Hezîranê de li Washingtonê hatibû erêkirin pêk hat.
Li gorî agahiyan, alîyan li hev kirin ku di demeke pêş de careke din jî civînê bikin, lê dîroka wê hîn nehatî diyarkirin.



