Di wextekî ku rewşa Îranê ji ber êrişên Îsraîl û DYA zehmet de ye, Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan dibêje;
Metirsiya herî mezin a Tehranê ne ji derve lê ji hundirê welat e.
Wê bang li gelan kir ku rola xwe di guherîna paşerojê de xurt bikin.
Her wiha rola Tirkiyê ya di rewşa heyî de jî vegot.
Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan derbarê geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê axivî.
Peyman Viyan bal kişand ser şerê di navbera Îranê û Amerîkayê de û diyar kir ku, ev şerên li herêmê hemû cîhanê eleqeder dike.
Ji bo Rojhilata Navîn plan û projeyek nû di dewrê de ye, şerê Îranê û rewşa Rojhilata Navîn bûye rojev.
Peyman Viyan destnîşan kir ku şerê di navbera rejîma Îranê û Amerîkayê de tu kes bi ser neketiye û got:
Peyman Viyan: Îran û DYA ji bo şerekî mezin amadekariyê dikin
“Di şer de yên dikevin zorê dibêjin me hêz girtiye.
Dewlet ji bo şerekî mezin amadekariyê dikin.
Hêzên NATOyê parçeyek vê ne.
Îran niha tengava Hurmuzê wek alava gefê bikar tîne.”
“Îran di nokteyeke qels de ye, êrişî jin, ciwan û kurdan dike”
Peyman Viyan behsa êrişên Îranê yên li dijî PJAKê jî kir û got:
“Îran di nokteyeke qels de ye. Ji ber gel li dijî rejîmê ye. Ji ber vê jî êrişê muxalîfan dike.
Kî ne ev muxalîf? Jin in, ciwan in û Kurd in. Hêza alternatîf ya nav gelê Kurd kîjan e? PJAK e.”
Peyman Viyan: PJAK’ê têkoşîna xwe di xeta ‘Jin jiyan azadî’ de dimeşîne
Peyman Viyan balkişand ser têkoşîna jinan û anî ziman, PJAKê têkoşîna xwe di xeta Jin Jiyan Azadî de dimeşînin. Rejîm jî ji vê ditirse.
Her wekî bi lêv kir ku Îran hem li hember hêzên hundir hem jî yên derve di amadekariya şer de ye.
Lê tirsa Îranê ya esas hêzên hundirin.
“PJAK Ji bo parastina gel têdikoşe û li dijî gefan amdekariya şerê mezin dike”
Hêzên derve dizanin ku Îran ji hundir darbeya mezin nexwe wê emrê wan dirêj bibe.
Ji ber vê Îran li dijî hêzên Kurd, tehdîdan dike.
Peyman Viyan tekez kir ku ew ji bo parastina gelê xwe têdikoşin û li dijî gefan amdekariya şerê mezin dikin.
Her wiha destnîşan kir ku, dixwazin îmha û înkarê ji nûve li her parçeyê Kurdistanê bikin dewrê.
Ji ber vê divê yekitiya neteweyî di rojeva de be û bi rihê yekitiyê xwe biparêzin.
“Piştî lûtkeya Natoyê helwesta Tirkiyê li hember Îranê guherî”
Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan di dawiyê de got:
“Tirkiyê, ji bo Îranê li ser pêyan bimîne hewl da.
Lê piştî hevdîtina NATOyê helwesta wê guherî.
Ji ber ku li gorî berjewendiyan tevdigere.
Tirkiye ji bo xwe xilas bike divê xwedî li pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin derkeve.”



