Li deryaya li ber peravên Myanmarê felaketeke mezin a penaberan rûda.
Piştî binavbûna du teknên penaberan, tê texmînkirin ku ji bêtirî 500 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Piraniya wan jî Rohingya ne.
Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a NY û Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê, du keştiyên ku penaberan diçûn, di hefteyên borî de li Kendava Bengalê binav bûn.
Keştiya yekem di dawiya Hezîranê de bi nêzîkî 250 penaberan ji herêma Arakanê derketibû, lê piştî demeke kurt têkiliya bi wê re qut bû.
Ya duyemîn jî nêzîkî 280 kes tê de bûn û 8’ê Tîrmehê li ber peravên Ayeyarwady binav bû.
Rayedarên NY dibêjin ku gelek egerî heye ku hemû kesên di herdu keştiyan de jiyana xwe ji dest dabin.
Piraniya penaberan ji civaka Rohingya bûn; hin ji wan ji kampên penaberan li Bangladeşê hatibûn.
Ew ji ber zordarî, şîdet û şertên dijwar ên jiyanê hewl didin bi rêyên deryayî bigihîjin welatên wekî Malezya, Endonezya û Taylandê.
2025’an jî li bêtirî 6 hezar û 500 Rohingyan ketibûn ser rêya kûçberiyê.
Ji wan nêzî 900 kes yan miribûn yan jî winda bûbûn.



