Seroka Komîteya Amerîkî ya Azadiya Olan Nadine Maenza wêneyekî xwe û Ilham Ehmed belav kir û got ku eger Ilham Ehmed û rêveberên bakur û rojhilatê Sûriyê beşdarî birêvebirina li Şamê bibin, dê baweriyê xurt bike û xizmetê li tevahiya Sûriyê bike.
Nadine Maenza diyar kir ku wê derfet bi dest xist û li gel Hevseroka Daîreya Têkliyên Derve Ilham Ehmed bicive û proseya entgrasyonê û nêrîna wê bo siberoja bakur û rojhilatê Sûriyê gotûbêj kir.
Wê got ku Ilham Ehmed û rêveberên din karîbûn hevgirtina civakî di navbera hemû pêkhateyên olî û etnîkî xurt bikin û ev jî heta niha wekî xaleke bihêz a bakur û rojhilatê Sûriyê û vê modelê rê da parastin aramiyê li herêmê û heta niha jî bi kêrî xelkê herêmê tê.
Bi gotina Maenza beşdariya Ilham Ehmed û rêveberên din ên bakur û rojhilatê Sûriyê di cihê birêveberinê li Şamê, dê baweriyê xurt bike, piştgiriyê bide entgrasyonê û xizmetê li berjwendiyên tevahiya Sûriyê bike.



