Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Herêma Rojhilat ya Sûriyê Semîr Elî Oso her du teqînên li paytexta Sûriyê Şamê şermezar kir.
Derbarê her du teqînên ku li Şamê pêk hatin; alîkarê Wezîrê Parastinê yê Herêma Rojhilat ya Sûriyê Semîr Elî Oso postek li ser hesapê xwe yê X’ê parve kir.
Semîr Oso teqîn şermezar kir û diyar kir ku sûcdar wê werin naskirin û wê hesab ji wan were xwestin.
Her wiha Oso sersaxî ji malbatên qurbaniya û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest.
Di dawiyê de alîkarê Wezîrê Parastinê yê Herêma Rojhilat ya Sûriyê teqez kir ku ew ê ji bo ewlehî û aramiya li Sûriyê hemû hêza xwe bi kar bînin.



