Bûyera avêtina destmal û igalê ku li Amûdê rûdayî, bûye sersebeba alozî û nerazîbûnê..rojeve mezin bi xwe re ava kiriye.
Derheqê vê yekê daxuyanî hatin dayîn.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl got ku heqareta li dijî cilûbergeên Erebî yê resen karekî takekesî ye û nayê qebûlkirin.
Aldar Xelîl dibêje ku ew heqareta li hemberî sembolên hemû pêkhateyan qebûl nakin û di heman demê nabe ku ev reftar bibin sedema derxistina fitineyê di navbera Kurd û Ereban.
Xelîl dibêje ku cilûbergên folklorî, çi Kurdî, çi Erebî û çi jî Suryanî, beşek ji nasname û kevneşopiyê ye û rêzgirtina wan, rêzgirtina dîrok û çanda her pêkhateyekî ye.
Aldar Xelîl diyar kir ku ew heqareta li sembolên pêkhateyan qebûl nakin, lê di heman demê de, bikaranîna van kiryaran bo derxistina fitine û kînê di navbera Kurd û Ereban de jî nayê qebûlkirin.
Her wekî destnîşan kir ku parastina tevna Kurdî û Erebî berpirsiyartiya her kesî ye û bersiva heqaretê divê bi têghiştin, rêzigirtin û hevgirtina bi pîvanên biratî û hevjiyanê be, ne bi kîn û giştîkirinê.
Meclisa rûspiyên Hesekê: Gerek aştiya civakî bê parastin
Li kêleka vê jî Meclisa Rûspiyên Hesekê jî derheqê bûyerê de daxuyanî da û got ku heqareta li destmal û Igalê, bi tu awayî nayê qebûlkirin û ev yek destdirêjî li sembolên civakî ye.
Wan di daxuyaniya xwe de daxwaz kir ku divê aştiya civakî were parastin û kesê destdirêjî kiriye were cezakirin.



