Şaredariya Gel a bajarê Tirbespiyê diyar kir ku li gel xebatên paqijkirin û sererastkirina xetên kanalîzasyonê, dê sererastkirin rêyan xebatên wan ên pêşîn ên dema bê bin.
Şaredariya Gel a bajarê Tirbespiyê ya herêma Cizîrê di dema dawîn de gelek xebat pêk anîn. Ji wan nûjenkirina xetên kanalîzasyonê li hin taxan, domandina xebatên paqijkirinê di nava bajar û bajarokan de, her wiha sererastkirin hin rêyên bajar bû.
Bi tevkariya şêniyan re jî xebatên cur bi cur hatin kirin. Ji van xebatan jî sererastkirina torên kanalîzasyonê û çandina nêzî 200 daran li têketina bajar. Şaredarî di rojên pêş de wê dest xebatek nû mîna sererastkirina rêya giştî û hin kolanên xirabûyî û avakirina stdayumeke fotbolê bike.
Şaredarê bajarê Tirbespiyê Wehîd Elî der barê mijarê de got, ew hewl didin pêdiviyên gel li gorî derfetên li ser dest bi cih bînin û axaftina xwe wiha domand: ” Me gelek xebat dabûn pêşiya xwe ku di vê salê de werin pêkanîn. Bi taybet piştî civîna şaredariyê bi komînên Tirbespiyê re, nêzî mîlyon û 400 dolar ji bo projeyan hate xwestin, lê ji ber derfetên kêm 300 hezar dolar hat veqetandin.”
Elî têkildarî xebatan ev agahî dan: “Şaredariyê tevahî amadekariyên taybet ên sererastkirina rêyan pêk anîn. Di demeke nêzîk de dê dest bi sererastkirina rêya giştî, rêyên taxên Şehîd Xemgîn, Şehîd Hikmet û Şehîd Lewend bike. Di heman demê de rojane xebatên paqijkirina kolanan têne kirin.”
Elî diyar kir ku piraniya xebatên wan ên di dema pêş de wê rastkirina û qîrkirina rêyên xirabbûyî yên sereke û şaxî be.
Elî îşaret bi xebata komînal a di navbera gel û Şaredariyê de kir û anî ziman, di dema dawî gelek xebetê hevbeş hate kirin û hîn jî dewam dike.
Elî destnîşan kir ku li taxa Şehîd Xemgîn bi xebata komînal torên kanalîzasyonê nêzî 3 kîlometreyan hatine çêkirin.
Şaredarê Tirbespiyê Wehîd Elî bang li gel kir ku bi şaredariya xwe re bibin alîkar da ku bajarê paqij bimîne û got: “Dema em destek bin em ê bi hev re gelek projeyan li dar bixin. “



