Ciwanê bi navê Mihemed El Selîbî li taxa Xişman a bajarê Hesekê dema ku hewl da di navbera kesên şer dikir de berevaniyê bike, hate kuştin.
Mihemed El Selîbî duh bi şev dema kete navbera kurê apê xwe û xwediyê dikanekê ku pev çûbûn, birîndar bû û piştre jiyana ji dest da.
Li gorî agahiyan El Selîbî diçe mala zarokên apê xwe û dixwaze pirsgirêkê çareser bike.
Hîna El Selîbî li mala zarokên apê xwe, 3 ciwan êrişî malê dikin.
El Selîbî dema ku derdikeve derve da ku pevçûn çênebe, kêrê lê didin û wî birîndar dikin.
Piştre El Selîbî ji ber birîna xwe jiyana xwe ji dest da.
Hate zanîn ku El Selîbî nû ji Tirkiyeyê hatibû û bavê 3 zarokan e.
Hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê dest bi lêpirsînê kiriye.



