Partiya Heremên Demokratîk di salvegera şoreşa Rojava de daxuyaniyek nivîskî parve kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku şoreşa Rojava bi stratejiya ‘Rêya Sêyemîn’ ku netewa demokratîk esas digire, ji tevajiya herêmê re bûye nefes.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew yek ji berxwedanên bêhempa ya dîroka mirovahiyê Şoreşa Rojava bi serbilindî û bi baweriyeke mezin silav dikin û hat gotin:
Bi paradîgmaya ‘jina azad, jiyana ekolojîk û civaka demokratîk’ ve ji bo tevî qeyranên Rojhilata Navîn tekane çarenûsa aştiyê pêşkeş dike.
Ji bo li Sûriyê çareseriyeke demokratîk û mayînde bikeve meriyetê, çarenûs encax bi naskirina statuya fermî û siyasî ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê mumkun e.
Demokratîkbûyîna Sûriyê encax bi entegrasyoneke demokratîk ve li ser esasên zagonî bi parastina modela Rojava wê mumkun be.



