Dr. Dilşad Ismet di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de bû gerînendeyê Gerînendetiya Tenduristiyê ya Kobanê.
Di çarçoveya pêkanîna bendên Peymana 29`ê Çileyê de Dr. Dilşad Ismet bû gerînendeyê Gerînendetiya Tenduristiyê ya Kobanê.
Bijîşk, dermansaz û nûnerên saziyên tenduristiyê û aliyên têkildar tev li merasîma tayînkirina Dr. Dilşad Ismet bûn. Di merasîmê de hate gotin ku divê pirsgirêkên qada tenduristiyê werin çareserkirin. Her wiha gotin divê xebata nexweşxane û navendên tenduristiyê were şopandin û birêxistinkirin.
Dr. Dilşad Ismet jî di merasîmê de axivî û got ew ê baş xizmeta welatiyan bikin û pêdiviyên wan pêk bînin.



