Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ya Başûr, bi daxuyaniyekê êrişên rejîma Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir.
Daxuyanî wiha ye:
Careke din, destê reş ê dagirkeran û dijminên azadiyê, komek ji zarokên têkoşer û welatparêzên Rojhilatê Kurdistanê kir armanc.
Di encama êrişa rejîma Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê de, komek pêşmergeyên qehreman û şopdarên rêya rizgariyê şehîd bûn.
Wek Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, em vê sûcê nemirovane bi tundî şermezar dikin.
Peyama me ji bo dagirkeran zelale: Çek, tundî û şehîdkirina zarokên me nikare agirê şoreşê û daxwaza azadiyê di dilê her ferdekî Kurd de vemirîne.



