Jinên li bajarê Dirbêsiyê gotin, divê dewlemendiya çandî û zimanê ya li Sûriyeyê bi rêya naskirina wan di destûrê de bên parastin. Jinan gotin, heya zimanê kurdî di destûrê de de were naskirin dê tê bikoşin.
Bangên fermîkirina zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de dewam dikin.
Der barê mijarê de hejmarek ji jinên li bajarê Dirbêsiyê ji ajansa me re diyar kirin ku naskirina zimanê Kurdî gaveke sereke ji bo pêkanîna perensîba pirrengî, hevkariya di nava pêkhateyan de, misogerkirina mafên neteweyî û çandî yê gelê Kurd ye.
Zerga Mihemed got, mîna pêkhateyên din ên ku bi zimanê xwe yê dayikê dijîn, naskirina zimanê Kurdî mafekî rewa yê gelê Kurd e.
Zerga Mihemed got: “Naskirina mafê gelê Kurd û zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de perensîba wekhevî û edaletê li welat pêşdixe.”
Hemrîn Cewî jî da zanîn ku zimanê Kurdî beşeke bingehîn ji nasnameya çandî ya Kurdî ye, heke di destûrê de neyê naskirin, ev tê wateya ku paşguhkirina gelê Kurd hîn li dar e.
Hemrînê got, divê hişmendiya paşguhkirinê ji holê bê rakirin û dewleteke ku mafê hemû pêkhateyan tê de bê naskirin bê avakirin.
Hemrîn Cewî wiha got: “Misogerkirina mafê zimanî yê gelê Kurd di destûrê de nirxê pirrengiyê li Sûriyeyê xurt dike û dawî li nêzîkatiyên bi salan ên paşguhkirinê tîne. Lê hîn jî zimanê Kurdî di destûrê de nehatiye naskirin.”
Di dawiya axaftina xwe de Hemrîn da zanîn ku ji destpêka şoreşê ve heta niha gelê Kurd ji bo mafê xwe yê zimanî û çandî têkoşînê dike û got: “Di vê qonaxa nû de israra me ya fermîkirina zimanê Kurdî di destûrê de zêdetir bûye.‘‘
Recaa Mihemed bal kişand ser dewlemendiya çandî û zimanî ya li Sûriyeyê û wiha domand: ” Her pêkhateyek xwedî çandek û zimanek e ku nayên înkarkirin. Naskirina mafê zimanî yê gelê Kurdî di destûrê de mafekî herî biçûk e ku divê were mîsogerkirin. Nenaskirina zimanê Kurdî tê wateya înkarkirina hebûna gelê Kurd ê ku bi salane ji bo parastina hebûn û zimanê xwe tê koşiyaye.‘‘
Recaa Mihemed destnîşan kir têkoşîna wan ji bo zimanê dayikê ye û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Helwesta me ya îro têkoşîna ji bo zimanê me yê dayîkê ye. Em ji hikumeta demkî re dibêjin em nenaskirina zimanê Kurdî, red dikin. Zimanê Kurdî beşek ji çanda me ye û wê biparêzin.‘‘
Recaa di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Sûriyeya nû ne sloganeke vala ye û wiha got: “Ev qonaxeke nû ji bo hemû Sûriyeyan e, divê di destûra nû de mafên hemû pêkhateyan di bin sîwana Sûriyeyê giştî de bên parastin.”



