Parêzgeha Hesekê ragihand ku Ebdilmecîd Mihemed Xelef wek rêveberê gerînendeteya Çandê li parêzgeha Hesekê hatiye erkdarkirin.
Her wiha Hemrîn Mihemed Omo wek rêvebera gerînendeteya Şûnwar û Mûzeyan li parêzgeha Hesekê hatiye erkdarkirin.
Ebdilmecîd Mihemed Xelef di sala 1978`an de li bajarê Qamişlo hatiye dinyayê.
Derçûyê Peymangeha Amadekrina Mamosteyan (Beşê Zimanê Erebî) ye.
Di sala 2013`an de Beşê Hiqûqê li Zanîngeha Firatê qedandiye.
Romanivîs e û di warê rexeneya wêjeyî de jî dinivîse.
Hemrîn Omo bû rêvebera gerînendeteya Şûnwar û Mûzeyan li parêzgeha Hesekê
Her wekî Hemrîn Mihemed Omo wek rêvebera gerînendeteya Şûnwar û Mûzeyan li parêzgeha Hesekê hatiye erkdarkirin.
Hemrîn Mihemed Omo li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê di sala 1988`an de hatiye dinyayê.
Xwediya lîsansa Fakulteya Wêjeyê û Zanistên Mirovî ye, beşa Şûnwaran, Zanîngeha Firatê.
Di salên 2022 – 2024 de cîgira rêveberiya Şûnwaran û Muzeyan a “Rêveberiya Xweser” bû.
Di salên 2024 – 2026 hevseroka rêveberiya Şûnwaran û Muzeyan a “Rêveberiya Xweser” bû.
Endama tîma Amerîkî yê ku li devera Girê Mozan li parêzgeha Hesekê dixebite ye.



