Cezayê darvekirinê ya rejîmî Îranê li ser çalakvan û welatparêzan bê navber dewam dike.
Li gorî agahiyên navxwe ya Rojhilatê Kurdistanê xeteriya darvekirinê li ser çar girtiyan heye.
Girtiyên Kurd ên xelkê Bokanê yên bi navê Rizgar Babamîr, Pêjman Sultanî, Soran Qasimî û Kawe Salehî ku bi qasî 37 mehin girtîne,
Xeteriya darvekirinê li ser her çar girtiyan heye.
Welatiyê Bokanê yê bi navê Teyfîq Babamîr ku ji Rojhilatê Kurdistanê derketiye, dibe cezayê darvekirinê ji bo wî jî bê derxistin.
Her çar girtiyên siyasî yên Kurd niha li Girtîgeha Urmiye li benda dadgehkirinê ne.
Liqa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Urmiye bi sûcê ‘Biyanîbûnê’ cezayê darvekirinê li ser Soran Qasimî, Kawa Salehî, Pêjman Sultanî, Rizgar Babamîr û Teyfîq Selîmî biriye.
Li gel bi hinceta ‘Endamtiya komên dijberî Îranê’ ji bo her yekê jî 15 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn.



