Di pevçûnên bi çeteyên DAIŞ`ê re li Kerkûkê, efserekî Iraqî hat kuştin.
Li herêmê operasyonên ewlehiyê yên berfireh ji bo şopandina DAIŞ`ê hat pêkanîn.
Dezgeha Dijî Terorê ya Iraqê îro ragihand ku di pevçûnên bi çeteyên DAIŞ`ê re li parêzgeha Kerkûkê efserek hat kuştin.
Serokê dezgehê, Kerîm El Temîmî, got ku “efserê bi navê Hesen Xidêr Zixîr dema ku erkê ewlehiyê di çarçoveya operasyonên şopandina bermahiyên rêxistinê de pêk dianî de, hat kuştin.



