Serokê MÎT’a Tirkiyê Îbrahîm Kalin, li Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî re civiya.
Di civînê de pêşketinên herêmî û hevkariya di warên ewlehî û îstîxbaratê de hatin nirxandin.
Serokê MÎT a Tirkiyê, Îbrahîm Kalin, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de bi Serokkomarê Iraqê, Nizar Amêdî, re civiya.
Di civînê de Serokê Dezgeha Îstîxbarata Neteweyî ya Iraqê, Hemîd El-Şetrî, jî amade bû.
Li gorî çapemeniya Iraqê, di hevdîtinê de pêşketinên herî dawî yên herêmî û navneteweyî, rêyên pêşxistina hevkariya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ûb i taybetî di warên ewlehî û îstîxbaratê de, hatin nirxandin.
Serokomarê Iraqê, Nizar Amêdî, diyar kir ku diyalog û têgihiştina hevdu bingehê çareserkirina krîzan e.
Wî her wiha bal kişand ser girîngiya yekkirina hewildanan ji bo parastina ewlehiya hevpar û aramkirina herêmê.
Di aliyê xwe de, Serokê MÎTê, Îbrahîm Kalin, piştgiriya Tirkiyê ji bo dewamkirina hevkariya bi Iraqê di hemû waran de dubare kir.
Ev civîn wextekî pêk tê ku mijarên ewlehî û pêşketinên herêmî di navbera her du welatan de, weke xalên sereke yên derketîn pêş e.



