Dawiya Hezîranê, Seromarê Iraqê Nizar Amêdî li gel Serokê MÎT a Tirk Îbrahim Kalin civiyabû.
Di civîna li Bexdayê de zêde agahî nehatibûn parvekirin.
Piştî çend rojan Serokarê Iraqê Amedî got:
Dosyaya PKK’ê tenê bi rêbazên leşkerî nayê çareserkirin û pêdiviya wê bi çareseriyeke siyasî heye.
Nizar Amêdî di hevpeyvîneke li gel çapemeniya Erebî de ragihand ku hikûmeta Iraqê dosyayên ewlehiyê yên bi Tirkiyê û Îranê re bi rêyekî aqilmendî dimeşîne.
Wî got kontrolkirina çekan di destê dewletê de yek ji armancên sereke yên hikûmetê ye.
Amêdî diyar kir ku dosyaya PKK’ê tenê bi operasyonên leşkerî nayê çareserkirin û pêdiviya wê bi çareseriyeke siyasî heye.
Her wiha anî ziman ku Iraq wê rê nede ku axa welat ji bo armancgirtina welatên cîran were bikaranîn.
v daxuyanî demek kurt piştî civîna Serokê Saziya Îstîxbaratê ya Tirkiyê MÎT Îbrahîm Kalin li Bexdayê hat.
Li gorî çavkaniyên Iraqî, di civînê de geşedanên herêmî, dosyaya PKK’ê, rewşa Şengalê û pêşxistina hevkariya ewlehî û îstîxbaratî ya navbera Ankara û Bexdayê hatin nirxandin.
Balkêşe doh jî şandeyek ya YNK ya bi serokatiya Qubad Talebanî bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan re li Enqerê civiyabû.



