Li Hemayê, destdirêjiya li bijîşkekî û êşkencekirina wî, bûye rojeveke sereke.
Tiliyên tawanbariyê jî li ser Yûnis Casim in ku ew jî birayê Mihemed Casim Ebû Emşa ye.
Piştî ku navê “Ebû Emşa” ket dosyê de, ji nişkave gelek daxuyanî bi hev re hatin dayîn.
Bi taybet ji hêla êşîrên Hemayê ve.
Yek daxuyanî, bi heman gotinan û heman helwest ji hêla çend eşîran bi hev re hat dayîn, ev jî bi vî rengî tê şîrovekirin ku Ebû Emşa heman daxuyanî li wan belav kiriye û ew jî li pêşberî ragihandinê dixwînin.
Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku êşkencekirina bijîşkê bi navê Meram El-Şêx Mistefa li bajarê Qeliet El-Medîq ê Hamayê, nerazîbûneke mezin bi xwe re anî û daxwaza cezakirina sûcdaran tê kirin.
Li gor çavdêriyê, tiliyên tawanbariyê li ser Yûnis Casim, birayê Ebû Emşa ne.
Çavdêriyê got ku bijîşkê navborî li pêş zarok û hevjîna xwe hatiye êşkencekirin, nexasim ku hevjîna wî rê neda kesekî derbasî odeyeke jinan bibe.
Lê belê, balkêş e ku derdora 10 daxuyaniyan ji hêla eşîrên Hemayê ve hatin dayîn û tê de piştgirya Ebû Emşa tê kirin.
Tişta balkêştir ew e ku daxuyanî heman in, û naveroka wan wekî ku bi destekî hatibin nivîsandin û belavkirin.



