Israîl bi rêya çêlekan dixwaze hebûna xwe li başûrê Sûriyê misoger bike.
Her kes niha dipirse, dê Israîl çawa vê yekê bi rêya çêlekan bike.
Rojnameya Yedioth Ahronoth a israîlî eşkere kir ku Israîl bi rêya 140 çêlekan projeya “Tabûra Çêlekan” li başûrê Sûriyê daye destpêkirin.
Li gor rojnameyê, armanca vê projeyê, xurtkirina hebûna Israîlê li wê herêmê ye.
Rojname dibêje ku rûbera ku proje wê armanc dike derdora 10 donim e.
Armanca wê, parastina hebûna Israîlê bi rengekî domdar e da ku rê li ber şivanên li Sûriyê bigire.
Li gor hat zanîn ev proje li başûrê Quneytrayê ye, beşekî wê li Colan e û beşekî din jî li herêma tampon e.
Rojnameyê eşkere kir ku fermandarê vê projeyê cotkarê bi navê “Yoel Zilberman” e ku herî dawiyê çêlek anîn wê deverê.
Her wekî hat zanîn ku Israîlê herî dawiyê navê “Alut HaŞachar” li mezreyê kiriye ku ew jî navê leşkerekî Israîlê li Libnanê hatibû kuştin e.
Rojnameyê got ku berpirsên leşkerî yên Israîlê dibînin ku ev proje ji bo xurtkirina kontrolkirina herêmê û rêgirtina li ber qezayên ewlehiyê ye.
Di heman demê de Israîl hinek gavan davêje da ku hebûna xwe ya daîmî li wir bi rêxistin bike.
/



