Aloziyên li Tengava Hurmuzê, careke din Tehran û Washington anîne pêşberî hev.
Di wextekî ku alî careke din hatine pêşberî hev de, bal ketiye ser danûstandinên li Umanê pêk werin.
Hemwextî bê Lîderê Olî yê Îranê Mucteba Xameneyî jî peyake tund da Amerîka û got:
Wê her tola bavê wî bê hildan.
Trafîka dîplomasî ya hewil dide agirbesta navbera DYA û Îranê biparêze zêde bûye.
Alî beriya hevdîtinên krîtîk ên li Umanê peyamên xwe diguherînin.
Rêveberiya Washingtonê dixwaze ku Tehran bi fermî Tengava Hurmuzê ji bo bazirganiya navneteweyî vekirî îlan bike kir.
Her wiha xwest Îran eşkere garantî bike ku êrîşên li ser keştîyên bazirganî wê bi tevahî rawestin.
Li Umanê civîna krîtîk: “Alî wê li ser maseyê bimênin”
Li gorî medyaya Amerîkî, Îranê li pişt deriyên girtî qebûl kir ku gulebarankirina li ser keştîyên bazirganî şaş bû.
Lêbelê, rêveberiya Tehranê bûyer xist stûyê komeke tundrew ku ji kontrolê derketiye.
Di vê navberê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku alî li hev kirine ku li ser maseya danûstandinan bimînin.
Îran: Amerîka peymana agirbestê binpê dike
Di heman demê de Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî îdia kir ku welatê wî pabendî agirbestê ye û Washington aliyê ku peymanê binpê dike ye.
Lêbelê, di demekê de ku çalakiyên dîplomatîk dewam dikirin, pêşketinek din çêbû ku aloziyê ji nû ve gur kir.
Di peyama xwe ya fermî ya yekem de, rêberê olî yê nû yê Îranê, Mucteba Xameneyî, diyar kir ku tolhildana mirina bavê wî, Elî Xameneyî, bê guman dê were girtin.
Mucteba Xameneyî got,
“Em li vir bin an nebin, ev tolhildan bê guman dê pêk were,” û wê ne tenê wekî kiryarek siyasî, lê di heman demê de wekî “erka îlahî” jî bi nav kir.
Balkêşe Trump jî piştî civîna NATO di dema vegerê de ev yek anî bû ziman û heta tê îdia kirin balafira xwe ya vegerê jî ji ber wê guhertibû.
Ji aliyekî ve, danûstandin; ji aliyê din ve, daxuyaniyên tund…
Rojhilata Navîn careke din di nava nediyariyan de maye.



