Li Tirkiyê çav li hefteya pêvajoyê ya herî krîtîk e.
Li gorî çavkaniyên DEM Partiyê, çarçoveya qanûnê di nava hefteya pêşiya me de dikare ji bo partiyên siyasî were pêşkêşkirin.
Di heman demê de tê payîn ku Şandeya Îmraliyê jî bi Rêber Abdullah Ocalan re civîneke nû pêk bîne.
Hevseroka Giştî ya DEM Partî Hatimogullari jî got:
Ew naxwazin ev derfeta dîrokî ji dest biçe.
Û banga wê ji bo deshilatê jî hebû.
Li Tirkiyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikeve qonaxeke nû.
Li gorî agahiyên ku ajansa Mezopotamya dispêre çavkaniyên xwe yên DEM Partiyê, çarçoveya qanûnê dikare di nava hefteya pêşiya me de ji bo partiyên siyasî were pêşkêşkirin.
Rewşa dawî a pêvajoyê: “Di nava hefteyê de civînên krîtîk wê pêk bên”
Li gorî çavkaniyên DEM Partiyê, piştî nîqaşên li parlamentoyê, endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faik Erol jî tê payîn ku ji bo nirxandina vê pêşnûmeyê bi Rêber Abdullah Ocalan re bicivin.
DEM Partî bal dikişîne ku qanûnek ku hemû aliyan nagire nav xwe û statûya Rêber Abdullah Ocalan diyar nake, wê nekare jibo rihê pêvajoyê bibe bersiv.
Ji ber vê yekê partî bang dike ku qanûn bi awayekî giştgir û li gorî ruhê pêvajoyê were amadekirin.
DEM Partî: Pêvajoya aştiyê divê bi qanûneke berfireh bidome
Di heman demê de, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, di salvegera merasîma şewitandina çekan a 11’ê Tîrmehê de, got;
Ev bûyera dîrokî sembola derbasbûna ji serdema çekan bo siyaseta demokratîk bû.
Hatimogullari got, çek şewitandin tenê destpêk bû û aştiya mayînde tenê bi garantiyên hiqûqî, demokratîkbûn û qonaxên pratîk dikare were avakirin.
DEM Partî: Em naxwazin ev derfeta dîrokî winda bibe
Wê bal kişand ku şertên Îmraliyê, qanûna çarçoveyê û firehkirina qada siyaseta demokratîk divê bi lez bên pêkanîn.
Her wiha diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê û gavên ku pişt re hatin avêtin, deriyê vê pêvajoyê vekirine.
Li gorî Hatimogullari, berpirsiyariya niha li ser dewletê, hikûmetê û parlamentoyê ye ku vê derfetê bi qanûn û reforman piştrast bikin.
Hatimogullari dawiyê bang li hemû hêzên siyasî kir ku meha Tîrmehê baş binirxînin û qanûnê çarçoveya ya bendewar bi lez derbas bikin da ku pêvajoya aştiyê bi awayekî mayînde ber bi pêş ve here.



