Li rojavayê Pakistanê di qezayek otobusê de herî kêm 40 kes mirin.
Otobusek rêwiyan li ser rêyek çiyayî kontrola xwe winda kir û kete nav geliyek bi kûrahiya çend metreyan.
Qeza otobusê li parêzgeha Belûçistan a Pakistanê bû sedema mirina bi dehan kesan.
Otobusa rêwiyan, ku ji Quetta ber bi Peşawarê ve diçû, li herêma çiyayî ya Dana Sar kontrola xwe winda kir û kete nav geliyek bi kûrahiya nêzîkî 20 metreyan.
Rayedaran ragihandin ku di qezayê de herî kêm 40 kes mirine û 11 kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku rewşa sê ji birîndaran krîtîk e.
Dîtinên destpêkê nîşan didin ku otobus ji kapasîteya xwe zêdetir rêwî hildigirtiye û hîna wê rêwiyên din jî rakiriban pêk hatiye.
Tîmên rizgarkirinê zehmetiya cihê qeza lê pêk hatî bi zorê xwe gihandin wir.
Hat gotin ji bo zanîna sedema qezayê lêpirsînek hatiye despêkirin.
Li Pakistanê ji ber binpêkirina pîvanên trafîkê gelek caran qezayên bivî awayî pêk tên.



